Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wejdan Dêrkî: Huner Mirovan Nêzîkî Hev Dike


"Huner li ser afirandinê tê avakirin bê cudabûn di nav regezan de, çi jin be yan mêr be ew guhertinê nake." Wisa hunermenda şêwekar Wejdan Dêrkî derbirînî û nerîna xwe di derbarî hunerê de wekû jinek hunermend anî ziman.

Wejdan di sala 1973an de li bajarê Dirbêsiyê li herêma Cezîrê ji dayik bûye.

Di sala 1974an de malbata wê li Şam (Dîmeşq) bi cî bûn.

Wejdan xwendina hunera şêwekarî li beşê hunera bedew li zanîngeha Şamê qedan .

Li bajarê Hesekê bû mamosteya hunera şêwekarî li navenda hunera bedew li bajêr.

Sala 2005 koçeberî Siwêdê bû û ta roja îro li wir dijî.

Wejdan beşdarî gellek çalakiyan bûye hin li Sûriyê û hin jî li dervî Sûriyê û xelat wwergirtine.

Ji dema ew li Siwêdê bi cih bûye, dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û li bajarê xwe Sundsvall çalakiyên balkêş çêkiriye , wek hunera zindî li pêş mirovan bi awayekî zindî resim kiriye.

Li Studiya xwe ya hunerî mêvandariya hunermendan dike û ders û alîkariya zarokan, jinan dike û bi wan re alîkar e.

Ew dibêje: "Min hunera xwe da xelkê Siwêdê , wan jî hezkirin û rêzgirtin da min û çîroka min ya kurdî naskirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:20 0:00


XS
SM
MD
LG