Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G7 Dê Şewatên Daristanên Amazonê Biaxifin


Rêberên 7 dewletan dê li Biarritz ya li rojavayê başûrê Fransa kom bibin.

Jiber hilcivîna Amerîka, Kanada, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Japonya û Fransa li Biarritz tedbîrên ewlekarîyê yên berfireh hatine sitandin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron berî hilcivînê dîyar kir ku ew dê li ser şewata li daristanên Amazonê biaxifin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson didin zanîn ku şewata daristanên Amazonê kêşeyeke navneteweyî ye.

Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro ser gotinên Macron bertek nîşan dabû û gotibû ku jiber ku Brezîlya di civînê de tune, nirxandina şewatê dibe nêrîne kolonyalîst.

Dane nîşan didin ku îsal şewata daristanên Amazonê 83 ji sedê zêde bûye.

Sazîyên sivîl îdia dikin ku hikûmeta Bolsonar dijî şewatan tedbîran nastîne û wê rexne dikin.

XS
SM
MD
LG