Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Tevgera Alînegir li Tehranê Kom Dibin


Nûnerên nêzîkî 120 welatan li civîna Tevgera Alînegir li Tehranê beşdar dibin.

Di destpêka civînê de roja Yekşemê, wezîrê derve yê Îranê Alî Akbar Salihî ji rêberên welatên Tevgera Alînegir xwest ku bersingê ceza û embargoyên rojavayê yên li dijî Îranê bigirin.

Salihî herwiha ji rêberên Tevgera Alînegir xwest ku xebatê li dijî terorê bikin, bi taybet terora dewletan.

Wezîrê derve yê Îranê herwiha got ku ajansên agehî yên Amerîkî, Brîtanî û Îsraîlî berpirsin beramberî kuştina çar zanayên navokî yên Îranê.

Civîna Tevgera Alînegir pênc rojan berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG