Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Careke Din Cezayê Sêdaredanê Da Jina kurd Werîşe Muradî

Zîndanîya Siyasî ya Kurd li Îranê Werîşe Muradî
Zîndanîya Siyasî ya Kurd li Îranê Werîşe Muradî

Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê, bo cara duyem cezayê sêdaredanê da girtîya siyasî ya Kurd a ji Sineyê, Werîşe Muradî, ku bi tawana “endamtîya di koma çekdar de,” tê tawanbar kirin.

Ev cezayê nû di demekê de hat ku parêzerên wê girtîyê dibêjin: “Kêmasî û pirsgirêkên hiqûqî yên di dozê de, yên ku Dadgeha Bilind berê destnîşan kiribûn, hîn jî nehatine çareser kirin.”

Li gor nûçeyên çend dezgehên ragihandinê û rêxistinên mafên mirovan, roja Çarşemê, 14’ê Cotmehê, careke din cezayê darvekirinê yê nû ji bo Werîşe Muradî hat birîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ev nûçe belav kirin û behsa hûrgilîyên hiqûqî û dadwerî yên vê dozê kirin.

Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ev ceza di demekê de hat birîn ku di dawîya sala 2025’an de, biryara darvekirina Werîşa Muradî ji ber kêmasîyên lêkolînê û guhnedana bi rêbazên hiqûqî hatibû betalkirin.

Wê demê doz ji bo dadgehkirina dubare şandibûn heman dadgehê, lê dadgehê bêyî ku wan pirsgirêkan çareser bike, careke din cezayê darvekirinê ji Werîşe re biryar da.

Werîşe Muradî, endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ye. Hêzên Wezareta Îstixbarata Îranê di Tebaxa sala 2023’an de, dema ku ew ji Kirmaşanê vedigerîya Sineyê, ew girtin.

Paşê, di bin îskenceyeke giran a bedenî û derûnî de, ew neçar kirin ku tawanên paldane wê qebûl bike.

Berê Rozerîn Kemanger, karbidesta Komîteya Têkilîyên KJAR’ê ku (Rêxistineke taybet a Jinan e li Îranî) û hevala Werîşe Muradî, ji Dengê Amerîkayê re ragihandibû: “Werîşe ji roja ku hatîye girtin ve, di zindanê de rastî îskenceyeke giran a bedenî û derûnî hatîye. Ji ber vê yekê, wê nerazîbûna xwe nîşan da, neçû dadgehê û du caran name ji bo raya giştî û cîhanê re şandin.”

Kemanger bang li cîhanê, mirovên azadîxwaz û çalakvanên jinan kir ku dibin dengê Werîşeyê û li dijî biryarê bêdeng nemînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG