Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên Terorîstî yên li Azaz, Bab û Efrînê Şermezar Kir


Berdevikê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşên terorîstî yên li Azaz, Bab û Efrînê şermezar kir.

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîka êrîşên terorîstî yên hefteya borî li Azaz, Bab û Efrînê şermezar dike ku pirtir ji 20 sîvîl tê de hatine kuştin ku hinek ji wan zarok in. Em ji malbatên sîvîlên kuştî re sersaxî dixwazin û ji kesên ku di wê êrîşa hovane de birîndar bûne re saxî û qencbûnê dixwazin.”

Price bir berdewamî got ku Amerîka bi zêdebûna êrîşên wî rengî yên di mehên borî de ketiye rewşeke xembar.

“Cîhê tirsê ye ku di mehên dawî de taybetî êrîşên bi otomobîlên bombebarkirî zêde bûne. Divê ew kesên ku wan tundîyan dikin, divê ji pêş dadmendîyê re werin anîn jiber ku kiryarên wan jîyana gelê Sûrîyê û aramîya herêmê têxe bin xeterîyê.”

XS
SM
MD
LG