Lînkên eksesibilîtî

Dr. Seîd Elo: Binçavkirina Çalakvanan Ne li Ser Binemayên Olîye


Dr. Seîd ligel hejmarek zarokên rêxistina "Buhara Hîvîyan" çavdêriya wan dike.

Raporta salane ya wezareta derve ya Amerîkî derbarê azadiyên olî li cîhanê dibêje ku, karên komela Dewleta Îslamî DAIŞ'ê, li dijî Êzidî û pêkhateyên din yên olî Jenosîd bû. Raport tekez dike kû DAIŞ mezintirîn gefeye liser azadiyên olî.

Lê raporta ku, hersal li vî demî ji aliyê wezareta derve ya Amerîka tê weşandind dibêje, li herêma kurdistana Îraqê jî, saziyên ewlehiyê endamên civakên kêmaniyan tengav dikin. Ew dibêje, li Duhokê dezgehên asayişê bo demên kurt çalakvanên Êzdî giritine.

Dr. Seîd Xudêde Elo, mamosta li zankoya Duhokê û rêvebirê rêxistina "Buhara Hîviyan" dibêje, rewşa ewlehiya herêmê weka tevaya rojhilata navîn xirabe û ew girtin renge, ne liser binemayên olî bin. Sebaret rêgirtinê li xelkê ku, dixwazin vegerin cihên xwe piştî DAIŞ hatî derxistin, Dr. Seîd got, nûha rê vekiriye û her kes dikare vegere cihê xwe.

XS
SM
MD
LG