Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Kesê Duyê Yê DAIŞê Jî Hat Kuştin Û HSDê Rolek Mezin Hebû


Wêneyê ku autombîla El Muhacir hatîye aramnca girtin.

Yek ji berpirsên Wezareta Derve ya Amerîk yê di asta bilind de, roja Duşemê ragihand ku Ebu Hasan El Muhacir peyvdarê Xelîfê Dewleta Îslamê Daişê û kesê duyê yê wê rêxistina terorîst ya bi rêberîya Ebu Bekir El Bexdadî li parêzgeha Heleb hatîye kuştin.

Berpirsî got"Ebu Bekir El Bexdadî li dawiya hefteyê hat kuştin, şûn de kesê duyan ku nimreyek bilinde (Ebu Hasan El Muhacir) li parêzgeha Heleb li Cerablus di operasyoneka hêzên Amerîkî de hatîye kuştin".

Dema ji berpirsê Amerîkê rolê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê di wê operasyonê de hat pirsîn wî got, weke dizanim Hêzên Sûriya Demokrat jî rolek mezin hebû.

Berpirs herweha dibêje "Weke serok jî got emê nikarîbûn bi van karan rabin bê alîkarîya hevpeymanên me û pêdana pêzanînên Îstîxbaratî jibo eşkere kirina ciyên berpirsên wê rêxistinê".

Herwiha derbarê hevkarîya HSDê û Jeneral Mazlum Ebdî û têkiliya wan bi operasoynên Amerîkî re, berpirsê Amerîkî dibêje"Em bi bawerî di têkiliyê de bûn li gel (Jeneral Mazlum ) derbarê hemî karên me encam didan, ew dihat agehdar kirin, wî rolek gelek giring hebû".

Ji hejî bîr xistinê ye ku, doh Jeneral Mazlum Abdî fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat di twîteke xwe de ragihandbû ku "Peyvdar û alîkarê sereke yê El Bexdadî Ebu Hasan El Muhacir li nêzîk Cerablus hatîye kuştin.

Twîta Fermandarê HSD Mazlum Kobanî wehaye" berdewamîya opresyonên berî niha, terorîst Ebu Hasan El Muhacir, destê rastê yê Ebu Bekir El Bexdadî û peyvdarê Daişê li gundê Ayin El-Bîza yê nêzîk Cerablus armanc hat girtin. Ev bi hevkarîyek raste rast ya di navbera Îstîxbaratên HSDê û Amerîka". pêkhat.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG