Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Wezîrên Din yên Ermenistanê Karvekişînên Xwe Radigihînin


Protestoyên dijî hikûmeta Ermenistanê, ku jiber agirbesta bi Azerbaycanê re destpê kiribûn, didomin.

Li dû karvekişîna Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan, wezîrên berevanî, berevanîya sîvîl û perwerdeyê yên wî welatî jî karvekişîna xwe ragihandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan yê ku bi bertekan re rûbîru maye dîyar kir ku ewê ji karê xwe venekişe.

Wezîrê Berevanî yê Ermenistanê David Tonoyan da zanîn ku ‘’bo rewişa aram bibe’’ wî karvekişîna xwe ragihandiye.

Li şûna Tonoyan, şîretvanê hikûmetê Vakarşak Harutunyan hat erkdar kirin ku wî berê di navbera 1999 – 2000’î de wek wezîrê berevanî kar kiribû.

Ermenistanê di 9’ê Mijdara 2020’an de bi pêşengîya Rûsya bi Azerbaycanê re agirbest îmza kiribû ku li gor wê peymanê hêzên Ermenistanê dê ji hin herêmên Nagorno – Qarabaxê vekişin.

XS
SM
MD
LG