Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Koreya Bakur: Trump Dijî Me Şer Ragihandîye


Ri Yong-ho li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî diaxife
Ri Yong-ho li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî diaxife

Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump dijî welatê wî şer ragihandîye.

Ri Yong-ho, li New Yorkê ji rojnamevan re da zanîn ku mafê Koreya Bakur heye ku firokên Amerîkî bixînin xwarê û ‘’ne tenê li esmanê Koreya Bakur, li derên din jî dikare vî mafî bikar bîne’’

Wezîrê Koreya Bakur dîyar kir ku ‘’divê civaka navneteweyî bizanibe ku bi awayekî eşkere Amerîka şer ragihandîye’’

Qesra Sipî da zanîn ku îdiayên ser ragihandina şer ‘’bêmane’’ ne.

‘’Me dijî Koreya Bakur şer ranegihandîye, fikrek wisa bêmane ye’’ Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders got.

Sanders dîyar kir ku bo ew Nîvgirava Kore ji çeken navokî dûr bixînin, dê heta dawîyê di rêkên aştîyane re zextên aborî û dîplomatîk çêkin.

Serok Trump, piştî axaftina Ri Yong-ho ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ew li ser Twitterê rexne kiribû. Wî gotibû ku ‘’Ger ew wî zimanî neterikînin, ewê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û wezîrê derve yê wî welatî nemînin’’

Ri Yong-ho, ser twîta Trump da zanîn ku ‘’ewê Koreya Bakur li hemî fikrên operasyonê binêre’’

Piştî ceribandina navokî ya dawî ya Koreya Bakur, Civata Giştî ya NY toleyên nû yên dijî wî welatî erê kiribû.

XS
SM
MD
LG