Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şûngirê Wezîrê Ewlekarîya Navweyî ya Amerîka Chad Wolf Karvekişîna Xwe Ragihand


Şûngirê Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Chad Wolf karvekişîna xwe ragihand. Karvekişîna Wolf li dû bûyerên li Kongresê hat.

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî divê ewlekarîya merasîma sondê ya Serokê hilbijartî Joe Biden, ku dê di 20’ê Çileyê de pêk were, çêke.

Li gor daxuyanîya Wezareta Ewlekarîya Navxweyî, Wolf dê îro Sêşemê bi demjimêra herêmî 23:59 de ji kar derkeve û li şûna wî Serokê Daîreya Rêvebirîya Rewişa Awarte ya Federal Pete Gaynor dê dest bi kar bike.

Wolf bi e-nameyekê ji xebatkarên Wezareta Ewlekarîya Navxweyî re dîyar kir ku ew jiber biryara dadgehê ji karê xwe vedikişe.

Wî got ku ‘’Jiber ku ez gaveke wisa diavêjim xemgîn im, çinku min dil hebû ez heta dawîya vê rêvebirîyê karên vê wezaretê bikim.’’

Qesira Sipî ser karvekişîna Wolf ti daxuyanî belav nekir.

Wolf, bûyerên tundûtûjîyê şermezar kiribûn û Qesira Sipî bo rê li ber karê wî bigire dest bi xebatan kiribû.

Rêvebirîya Qesira Sipî ragihandibû ku wan berbijarîya Wolf ya bo Wezrata Ewlekarîya Navxweyî bi şûnde vekişandiye.

XS
SM
MD
LG