Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Wezîrekî Yunanistanê Jiber Mirinên Şewata Daristanan Karvekişîna Xwe Da


Nikos Toskas
Nikos Toskas

Cîgirê Wezîrê Berevanîya Hemwelatîyan yê Yunanistanê Nikos Toskas ragihand ku jiber şewata daristanan, ku 91 kes jîyana xwe ji dest dabûn, karvekişîna xwe daye.

Ofîsa serokwezîrîyê karvekişîna Toskas piştrast kir.

Hefteya borî, roja Duşemê li gelek cîhên li dora Atîna ya paytaxt di heman wextê de şewat destpê kiribû, di demeke kin de belav bûbû û mirinên jiber şewatê pêk hatibûn.

Partîyên rikeberîyê, Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Tsipras jiber mirinan tawanbar kiribûn û yekîneyên polîs û agirkujîyê yên di bin kontrola wezareta Toskas rexne kiribûn.

Toskas piştî rexneyan karvekişîna xwe ragihand.

XS
SM
MD
LG