Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve Seredana Xwe bo Asya Destpê Dike


Hillary Clinton
Hillary Clinton

Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton roja Pêncşembî seredaneka şeş-rojî bo rojhilata Asya destpê dike.

Birêz Clinton roja Eynî digehite Tokyo û ligel serokwezîr Yukyo Hatoyama û wezîrê derve Katsuya Okada kom dibe.

Bingehê leşkerê Amerîkî li girava Okînawa dê basê serekiyê kombûna be.

Clinton her wiha seredana Çînê dike ji bo bas kirina pirsên aborî ji wan nirxê diravê Çînî.

Piştî Çînê, wezîra derve seredana Koreya Başûr dike.

XS
SM
MD
LG