Serokê Afganî Hamid Karzay roja Sêşembî li Washington ligel wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton kom dibe di bizavekê de ji bo kêm kirina aloziyan piştî serokê Afganî rexne arastê rêbaza Rojava li Afganistanê kir.
Nizîkî 12 endmên kabîneya hikûmeta Afganî ligel birêz Karzay bo çar rojan seredana Amerîka dikin.
Roja Çarşembî serok Barack Obama û cîgirê serokî Joe Biden ligel serokê Afganî kom dibin.
Seraya Sipî ragehand ku di kombûnê de jimareka pirsan dihên bas kirin weke parastin û hikûmraniya Afganî, bizavên birêz Karzay yên dijî gendelî û dirêj kirina destê aştiyê bo çakdarên Talîbanê yên ku aştiyê dixwazin.