Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Koreya Başur Dest ji Posta Xwe Berda


Serokê Koreya Başur Lî Myung-bak (naverast) ligel Wezîrê Berevanî Kim Tay-yong (rast, duwem).
Serokê Koreya Başur Lî Myung-bak (naverast) ligel Wezîrê Berevanî Kim Tay-yong (rast, duwem).

Wezîrê Berevanî yê Koreya Başur dest ji karê xwe berda, piştî hêrişa topxana Koreya Bakur bo ser giraveka Koreya Başur.

Piştî wê hêrişê, rexnên tond arastê wezîr Kim Tay-yong hatin kirin ji ber çewaniya bersiva wî beramberî êrişa Bakurê. Jimareka endamên parlemanî yên ser bi partiya desthelatdar û partiya opozisyon dibêjin bersiva Tay-yong direng û bêzêh bû.

Serokê Koreya Başur Lî Myung-bak roja Pêncşembî dest ji kar berdana Tay-yong qebul kir.

Roja Sêşembî, Koreya Bakur bi topan hêriş kire ser girava Yeonpyeong û di encam de du serbazên Koreya Başur û du kesên sivil hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn.



XS
SM
MD
LG