Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk Dubare Tevkujîya Ermenîyan Înkar Dike


Wezîrê Tirk Dubare Tevkujîya Ermenîyan Înkar Dike
Wezîrê Tirk Dubare Tevkujîya Ermenîyan Înkar Dike

Wezîrê Tirkîyê yê ji karên Yekîtîya Ewrupa berpirs, Egemen Bagiş dibêje, ew li ser gotinên xwe ye ku Tirkên Osmanî jenosîd li dijî Ermenîyan nekirîye.

Daxuyanîyên Bagis yên hefteya çûyî yên li Swîsreyê, bibû sedema lêpirsîneke dadwerî ji alîyê karbidestên Swîsrî.

Wezîrê Tirk Egemen Bagiş li dema serdana xwe ya bajarê Zurih’ê ji rojnamevanan re gotîbû ku bûyerên 1915’an nabe ku wekî tevkujî werine nav kirin. Wî pê de çûbû û gotibû, “bila werin û min desteser bikin”.

Daxuyanîyên wiha li gorî qanûnên dijî-nîjadprestî ya Swîsrî qedexe ne û înkarkirina jenosîda dijî Ermenîyan ya ji alîyê Tirkan, wekî sûc tê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG