Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Ereb ligel Hevtayê xwe yê Rûsî jibo Krîza Sûrîyê Dicivin


Karbidestên Kuweytî dibêjin, wezîrên derve yên Ereb hefteya were dê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re kom dibin ku krîza li Sûrîyê gotûbêj bikin

Karbidestên Kuweytî roja Pêncşemê got, kombûn wê li 7'ê Adarê li paytaxta Erebîstana Saudî, Rîyad'ê were kirin.

Rûsya û Çînê pêşnîyarên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî du caran veto kirîbûn ku hikûmeta Sûrî, jiber tepeserkirina wê ya kujêr li dijî xwenîşandêran şermezar dikir.

Hevdem, Wezareta Derve ya Amerîkî nerazîbûna Amerîkayê ya ser bomberana Humsê gîhand dîplomatên Sûrî.

Bi alîyekî din ve, nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb yê Sûrîyêm, Kofi Annan got, ewê di demeke nêzîk de serdana Sûrîyê bike. Wî got, ewê giwaştinê li ser Esed bike ku bi opozîsyonê re bikeve dîyalogê.

XS
SM
MD
LG