Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP Dibêje Karmendekî Wê li Yemenê di Dema Girtinê de Miriye


Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) îro Sêşemê ragihand ku karmendek ku ji hêla serhildayên Hûsî ve li Yemenê dîl hatibû girtin, mirîye.

"WFP jiber mirina karmendekî xwe yê di dema girtinê ya li bakurê Yemenê de xemgîn û bi hêrs e," ajansê bi daxuyanîyeke li ser platforma X got.

WFP da zanîn ku kesê mirî, karmendekî Yemenî ye û ew bi kêfî ji alîyê desthilatdarên xwecîhî ve ji 23’ê Rêbendanê de hatiye girtin, lê zelal nekir ku ew çito miriye.

Ajansa AFP ragihand ku karmendê mirî ji sala 2017’an vir ve jibo Neteweyên Yekbûyî dixebitî û wî li pêy xwe hevjinek û du zarok hiştin.

Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ragihandibû ku ew xebatên xwe yên li herêma Saada ya Yemenê, ku di destê Hûsîyan de ye, sekinand, piştî ku serhildayan îsal hejmarek karmendên wê binçav kirine.

Hûsîyên ku Îran piştgirîya wan dike, ji nîvê sala 2024’an ve bi dehan karmendên NY û rêxistinên din yên mirovahî girtine.

Çavdêrên herêmî hişyarî didin ku şerê navxweyî yê dehsalan li Yemenê gur dibe û tenê di meha Rêbendanê de serhildayan 8 xebatkarên NY binçav kirine ku 6 ji wan li Saada ne.

Berê jî bi dehan karmendên sazîyên mirovahî û NY ji meha Hezîranê ve li wî welatî hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG