Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP jiber Kemahîya Xwarinê Ser Mirina Zarokên Afganî Hişyar Dike


Weneyeke zarokên Afganî li Kabul
Weneyeke zarokên Afganî li Kabul

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Duşemê hişyar kir ku bi mîlyonan Afganî, tevî zarokan dibe ku ji birçîna bimirin, heke ku demûdest tedbîreke neyê girtin da ku Afganîstan ji krîza hilweşînê derxînin.

David Beasley, berpirsê giştî yê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya NY ji Reutersê ragihand ku 22.8 mîlyon mirov - zêdetirî nîvê nifûsa Afganîstanê ya bi 39 mîlyonî - rûbirûyê xwarina bingehîn ya rojane nin û "ber bi birçîbûnê ve diçin.

"Zarok dê bimirin. Mirov dê ji birçîbûnê bimirin. Rewş wê pir xirabtir bibe," Beasley li Dubaî got.

Wî got ku dolarên ku bo alîkarîya pêşketinê hatine veqetandin divê jibo alîkarîya mirovahî jinûve were nirxandin, ya ku hin welatan ji xwe ev yek kirine, yan fonên cemidî bi navberîya ajansê ve bi kar tînin.

"Divê hûn van fonan serbet berdin da ku mirov bikarin bijîn," wî got.

Jibo Ajansa Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî her meh 220 mîlyon dolar pêdivî dike ku bi qismî xwarinê pêşkeşî nêzî 23 mîlyon mirovên xizan bike , dema ku zivistan nêzîk dibe.

XS
SM
MD
LG