Rêvebira Ajansa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê, Mary Ellen McGroarty dibêje ku li Afganistanê krîzeke mirovahîyê destpê dike jiber ku piştî hatina Talîbanê, 14 mîlyon kes rûbirûyê birçîbûnê ne.
McGroarty, bi rêka vîdyokonferansê ji nûçegîhanên li Kabulê re got ku şerê berdewam, hişkesalî, bandorên neyênî yên aborî û civakî yên COVID-19 rewşa ji berê de xirab xistiye rewşeke dijwartir.
“Jiber hişkesalîyê % 40 berhemên çandinî ji dest çûn û gelek ajal mirin û bi pêşveçûna Talîbanê bi sed hezaran kes derbider bûn û ji ser de, zivistan jî nêzîk dibe. Divê ew di demeke zûtir de ji cîhên herî pêdivî re xwarin peyda bikin,” McGroarty got.
Wê da zanîn ku WFP di meha Gulanê de xwe gîhand 4 mîlyon kesan û armanca wan ew e ku alîkarî bigehînin heta 9 mîlyon kesan, lê li pêş wan gelek astengî hene.
McGroarty ji dewletên dewlemend daxwaz kir ku 200 mîlyon dolar ji wan re peyda bikin ku berî hatina zivistanê bikaribin xwarinê bigehînin Afganîyên hewcedar.