Qesira Sipî îro Sêşemê ragihand ku Amerîka bawer dike ku Îran di demeke gelek nêzîk de amadekarîya êrîşeke muşekên balîstîk yên dijî Îsraîlê dike.
“Di destê me de nîşane hene ku Îran di demeke nêzîk de hazirîya êrîşeke muşekên balîstîkî li dijî Îsraîlê bike. Em bi awayekî aktîf piştgirî didin amadekarîyên berevanîyê dikin ku Îsrîal hember vê êrîşê bikaribe xwe biparêze. Îran, bi êrîşeke leşkerî ya rasterast ya dijî Îsraîlê wê berdelên giran ji xwe re bîne,” berpirsekî payebilind yê Qesira sipî di daxuyanîyekê de got.
Karbidestekî Amerîkî jî ji CNN re got ku Washington amade ye ku bi hemî kanîna xwe alîkarîya Îsraîlê bike û her çek û muşekeke ku Îran ber bi Îsraîlê bavêje, bê bandor bike, mîna ku hêzên Amerîkî di meha Nîsanê de piranîya roket û dronên Îranî pûç kiribûn.
Girjîya navbera Îsraîl û Îranê, jiber operasyonên Îsraîlê yên dijî Hizbullahê li Lubnanê, di hefteyên dawî de bi awayekî berbiçav zêde bûye.