Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Divê Kompanîyên Amerîkî Karkerên Xwe Vaksîn Bikin


Qesira Sipî ragihand ku divê kompanîyên ku herî hindik 100 karkerên wan hene, ji 4ê Rêbendanê pê ve hemî xebatkarên xwe dijî COVID-19 vaksîn bikin yan wan her hefteyê test bikin.

Rêvebirîya Biden dîyar kir ku bi mîlyonan karkerên li navendên saxlamîyê ku di programên Medicare û Medicaid yên hikûmetê de cîh digirin jî divê heta heman demê xwe vaksîn bikin.

Rêvebirîyê da zanîn ku di çarçoveya biryara Serok Biden de 84.2 mîlyon xebatkarên ji 1.9 mîlyon kardarên sektora taybet dê werin derzi kirin.

Bi alîyekî din ve, Partîya Komarî nerazîbûna xwe hember wê biryarê ragihand û got ku Biden bi wê yekê derdikeve dijî çarçoveya desthilata xwe ya qanûnî.

Walîyên Iowa û Indiana yên Komarî jî ragihand ku ewê dijî wê biryarê şer bikin jiber ku ew dijî azadîyên kesane ye.

XS
SM
MD
LG