Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Serdana Orban ya Moskow Rexne Dike


Hevdîtina Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin li Kremlinê, 5'ê Tîrmehê, 2024.
Hevdîtina Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin li Kremlinê, 5'ê Tîrmehê, 2024.

Qesra Sipî îro Înê serdana Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban bo Moskowê rexne kir.

Ev serdan "dê doza aştîyê pêşve nebe, ew jibo bidestxistina serwerî, yekîtîya axê û serxwebûna Ukraynayê ne berhemdar e," Berdevka Qesra Sipî Karine Jean-Pierre got.

Rûsya jiber şerê wê li Ukrayna ji alîyê welatên Rojavayî ve hatîye dûrxistin û toleyên aborî li ser hatine danîn.

Orban roja Înê li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin pêk anî da ku aştîya li Ukraynayê gotûbêj bike.

Putin, ku Orban li Kremlînê pêşwazî kir, got ku ew amade ye ku "cudahiyên" di pêşniyarên aştîyê nîqaş bike da ku şerê du sal û nîvan bi dawî bike.

Serdana serokwezîrê Macaristanê ji hêla rêberên din yên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî ve hatiye rexne kirin. Wan hişyarî dane Orban ku ser navê YE ligel Putin neaxive.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku tenê YE û biryardarîya di nava 27 welatên YE de wê rê li ber aştîyeke dadmend û mayînde ya li Ukraynayê veke.

Seroktîya YE, ku her 6 mehan tê guhertin, roja Duşemê bû para Macaristanê. Orban roja Sêşemê serdana Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li Kîevê jî kiribû.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG