Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîka Şêweyên Rûbirûkirina Hestên Dijî Cihûyan Bihêz Dike


Serok Biden li dema pêşkêşkirina gotara Roja Bîranîna Holokostê.
Serok Biden li dema pêşkêşkirina gotara Roja Bîranîna Holokostê.

Rêvebirîya Serokê Amerîkî Joe Biden îro Sêşemê çend fermanên nû eşkere kir bi mebesta rûbirûkirina zêdebûna asta hestên dijî Cihûyan (antîsemitîzm) li Amerîkayê.

Koşka Sipî ragihand ku ev fermanên nû di demekê de tên ku bûyerên dijî Cihûyan li seranserê Amerîka û cîhanê bi awayekî berçav bilind bûye, bi taybet pitşî êrîşa terorîsta ya rêxistina Hamas dijî Îsraîlê di 7’ê Cotmeha borî de. Herî dawî mînakên tundûtûjî û kîndarîyê li dema hinek xwepêşandanên li nav zanîngehan li hundir Amerîkayê pir bûne, Koşka Sipî got.

Hikûmeta Amerîkî dibêje ev fermanên Sêşemê hatin ragihandin beşek in ji Stratejîya Niştimanî ya Rûbirûkirina Antîsemîtîzmê ku Serok Biden sala borî ragihandibû.

Di nav van fermanên nû de planek hatiye danîn ku Wezareta Perwerdeya Amerîkî rênimayan bişîne dibistan û zanîngehan da ku mînakên kiryarên dijî Cihûyan werin nîşandan bi armanca ku rê li ber wan were girtin. Herwiha, Wezareta Ewlekakrîya Niştimanî dê bi ajansên din yên hikûmetê re hevkarîyê bike da ku bêtir standard û pîvanên ewlekarîya li nav zanîngehan amade bikin.

Xwepêşandineke Cihûyên Amerîkî li dijî bûyerên dijî Cihûyan li Washington. (Wêne ji arşîvê ye)
Xwepêşandineke Cihûyên Amerîkî li dijî bûyerên dijî Cihûyan li Washington. (Wêne ji arşîvê ye)

Koşka Sipî dibêje di nav paketa Ewlekarîya Niştimanî de ku meha Sibatê ji alîyê Kongresê ve hate erêkirin, 400 milyon dolar hatiye terxankirin jibo dana alîkarîya diravî bo rêxistinên ku ewlekarîya kom û dezgehên Cihûyan diparêzin.

Ragihandina van fermanên nû hate holê li dema ku Serokê Amerîkî Biden gotarek bi helkefta Roja Bîranîna Holokstê li Mûzexaneya Bîrewerîya Holokostê li Washington pêşkêş dikir.

Di axaftina xwe de, Biden got pabendîya xwe bo ewlekarîya Amerîkîyên Cihû tekez kir û diyar kir ku rêvebirîya wî her gavan davêje da ku parastina hemû Amerîkîyan misoger bike.

XS
SM
MD
LG