Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Çekdarî ya Dêrekê de 2 Kes li Teksasê Hatine Kuştin


White Settlement, Texas
White Settlement, Texas

Di êrîşeke çekdarî de 2 kes roja Yekşemê li dêreke nêzî bajarê Fort Worth ya Teksasê hatine kuştin.

Karbidestên xwecîhî ragihand ku di êrîşa dema ayîna heteyî de kesekî din jî bi giranî birîndar bûye.

Bepirsê polîsan li bajarokê White Settlement J.P. Bevering got ku êrîşvan ji alîyê bawermendên dêrê hate kuştin.

Bûyera teqekirinê di weşaneke zinî ya YouTube de bi zindî hate dîtin.

Waîyê Teksasê Greg Abbott xemgînîya xwe ya ser bûyerê ragihand û got ku divê cîhên pîroz wek cîhên rêzgirtî bimînin.

"Cîhên perêstinê divê wek şûnên pîroz bimînin. Ez ji endamên dêrê re sipasdar im ku bi demûdestî bersîvdana êrîşvan dan û rê li ber kuştina pirtir kesan girtin,” wî ji hesaba Twitterê got.

Abbott bi berdewamî got ku ew sersaxî ji malbata qurbanîyên wê kiryara hovane dixwaze.

XS
SM
MD
LG