Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Sipî ji Dengê Amerîka re: Bo Niha, Operasyona Hêrsa Dastanî Berdewam e

Koşka Sipî roja Yekşemê ji Dengê Amerîka re got ku Îran nîşan daye ku ew "dixwaze danûstandinê bike."

Li ser pirsa Dengê Amerîka ka gelo Îran daxwaza danûstandinan kiriye yan na, karbidestekî payebilind ê Koşka Sipî got: "Serok Trump gotiye ku rêbertîya nû ya potansyel li Îranê nîşan daye ku ew dixwazin biaxivin" û Serok Trump "dê di dawîyê de biaxive", lê zêde kir ku "bo niha dê Operasyona Hêrsa Dastanî berdewam bike."

Operasyona Hêrsa Dastanî ji alîyê Serok Donald Trump ve sibeha Şemîyê hat ragihandin da ku gefên Komara Îslamî yên li ser armancên Amerîkayî û cîhanî ji holê rake.

Di roja yekem a operasyonê de Rêberê Bilind ê rejîma Îranî Elî Xamineyî hate kuştin. Li gor artêşa Îsraîlê, çend rêberên din ên rejîmê jî hatin kuştin.

Berî operasyonê, karbidestên Amerîkî û Îranî sê gerên danûstandinên nerasterast bi navbeynkarîya Omanê li Mesqet û Cinêvê pêk anîn bêyî ku ti pêşketin pêk bînin.

Trump roja Yekşemê di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The Atlantic da zanîn ku rêberên rejîma Îranê dixwazin biaxivin, û got: "Ezê jî biaxivim."

Serok Trump di gotinên xwe de diyar kir ku hin Îranîyên ku di hefteyên dawî de beşdarî danûstandinan bûne di kempeyna leşkerî ya niha de hatine kuştin.

Wî got: "Piranîya wan çûne. Hin kesên ku bi me re danûstandin dikir çûn, ji ber ku ew lêdaneke mezin bû."

XS
SM
MD
LG