Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Keysên Meha Borî yên korona ji Yên Şeş Mehên Destpêkê Bêhtir bûn


Serokê Rêxistina Cîhanî ya saxlemîyê roja Înê got ku keysên korona yên çar hefteyên borî ji yên şeş mehên destpêka belavbûna vîrusê bêhtir bûn.

Di konferanseke rojnamevanî de li bingeha WHO li Geneva, Tedros Adhanom Ghebreyesus got nexweşxane û navendên saxlemîyê li seranserî Ewrupa û Amerîka bi nexewşan hatine dagirtin.

Ji dema destpêkirina vîrusê ve, bêhtirî 57 milyon keys li seranserî cîhanê hatine piştrastkirin û bêhtirî 1.3 milyon kes mirine, li gor datayên zanîngeha Johns Hopkins.

Li Ewrupa bêhtirî 15 milyon û li Hindistanê 9 milyon keys hatine tomarkirin. Li Mexico 100 hezar kes mirine, ku li gor Johns Hopkins welatê çarem e piştî Amerîka, Brazil û Hindistanê.

Amerîka hîn di serê lîsta keysên koronayê de ye, li gel 11,7 milyon pêketî, li gor Johns Hopkins.

Rêjeya mirîyên bi sedema koronayê niha li Amerîka rojane 1,300 kes in.

Kompanîya Amerîkî ya dermanan Pfizer û hevpara wê ya Almanî BioNTech, roja Înê got wan ji Rêveberiya Xwarin û Derman a Amerîka daxwaza bikaranîna awarte ya vaksîna COVID-19 kirine.

Daxwaza dibe piştî ku kompanîyan got encamên têstan dîyar kirine ku vaksîn bi rêjeya 95% çalak e û ti xemên wê yên saxlemîyê nînin

XS
SM
MD
LG