Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tedros Dibêje Birçîbûna li Gaza Girantir Dibe


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Çarşemê ser birçîbûna li Gaza hişyarî da.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku beşeke girîng ya nifûsa Gaza di asta felaketê de bi birçîbûna giran û xelayê re rûbirû maye.

Tedros got ku tevî ku nûçe dibêjin ku şandina xwarinê zêdetir bûye jî delîlên ku nîşan didin mexdûr xwarina pêdivî distînîn tune ne.

‘’Jiber rewşa herêmê û bidestnexistina kelûpelan, jibo nexweşên ku bi birçîbûna giran re rûbirû mane bi tenê du navendên stabîlîzasyonê hene.’’

Tedros da zanîn ku li herêmê pirtir ji 8000 zarokên ji 5 salî biçûktir nikarin xwarina pêwîst bixwin û dîyar kir ku ji wan rewişa 1600 zarokan giran e.

Rêvebirê WHO got ku li herêmê xizmetên saxlemîyê dilikumin û bal kişand ku li herêmê ava pak jî bi dest nakeve ku ew jî rîska jibo zarokan zêdetir dike.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên bi rêberîya Hamasê 7’ê Cotmehê li gor hejmarên Îsraîlê, 1200 Îsraîlê kuşitin û pirtir ji 250 kes dîl girtin destpê kir.

Wezareta Saxlemî ya Gazayê dide zanîn ku bi êrîşên Îsraîlê pirtir ji 37,000 Filîstînî hatine kuştin û piranîya nifûsa Gaza ya 2,3 mîlyonî neçar mane ku ji warên xwe bar bikin.

Vekolîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê dîyar kir ku hem Hamasê hem jî Îsraîlê serê şerê Gaza tawanên şer kirine û Îsraîlê jiber hejmareke mezin ya kuştina sivîlan dijî mirovahîyê sûc kiriye.

Tedros ser Kenara Rojava jî hişyarî da û dîyar kir ku ji 7’ê Cotmehê vir ve dijî xizmetên saxlemîyê bi qasî 500 êrîş li dar ketine.

Wî dîyar kir ku bala cîhanê li ser Gazayê ye, lê li Kenara Rojava jî krîzên ser xizmetên saxlemîyê mezin dibin.

Li gor ragihandina Tedros, piranîya klînîkên Kenara Rojava di hefteyekê de bi tenê du rojan dixebitin û nexweşxane jî bi kapasîteya 70 ji sedê dişixulin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG