Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje Êrîşa Îsraîlê ya Ser Nexweşxaneya li Gaza Nayê Pejirandin


Karmendên WHO alavln oksîjenê digehînin Gazayê (Arşîv)
Karmendên WHO alavln oksîjenê digehînin Gazayê (Arşîv)

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Çarşemê got ku êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya li Nexweşxaneya El Şîfa ya li Gaza bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Leşkerên Îsraîlê îro Çarşemê ketin Nexweşxaneya El Şîfa ku li Gaza nexweşxaneya herî mezin e.

Îsraîl îdia dike ku çekdarên Hamasê li binê nexweşxaneyê di tunelan de ne, lê Hamas vê îdiayê red dike.

Tedros li Cenevrê di preskonferansekê de dîyar kir ku nexweşxane ku jibo armancên leşkerî werin karanîn jî divê berevanîya nexweş û karmendên wê were kirin.

"Nexweşxane ne qadên ne şer in. Peywendîyên WHO yên bi karmendên saxlemîyê yên li Nexweşxaneya El Şîfa re qut bûne û 3 roj in ku em nikarin ser kuştî û birîndarên li Gaza raporan biweşînin."

Tedros dîyar kir ku karmendekî WHO ser rewşa li Gaza gotiye ku av tuneye, ceyran tuneye, bi tenê bombebaran heye.

Serokê WHO jibo Gaza banga agirbestê kir û ji Hamasê jî xwest ku dîlên Îsraîlî berde.

Karbidestê alîkarîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths dîyar kir ku ew bi nûçeyên ser êrîşên li Nexweşxaneya El Şîfa şok bûye.

Griffiths ji X’ê dîyar kir ku divê parastina nexweşan, zarokên nû çêbûne û karmandan ji her tiştî girîngtir be.

XS
SM
MD
LG