Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina WHO Roja Cîhanî ya Keçên Zaro Bilind Dinirxîne


Rêxistina Saxlemiya Cîhanî "WHO" îro Yekşemê bi daxuyaniyekê roja Cîhanî ya Keçên Zaro bilinda nirxand û ev roj weke roja girngdana bi hêza keçan li seranserî cîhanê binav dike.

Rêxistina WHO ya girêdayî Netewên Yekbûyî ronahiyê dixe ser pêdvî û pirsgirêkên keçan, hewildanên ku van hewcedariyên wan peyda dikin û mafên wan pêk tînin - ne bi tenê jibo xêrxwaziya wan belkî hevkariya bi wan ra.

Piştî ku gelek pêşketin çêbûne di 20 salên derbazbûyî da ev dê bibe handerek jibo geşedana her keçekê û pêşketina wê bi saxlemiyek baş, lê hêjî gelek maye bihê kirin. Weke mînak li cîhanê hêjî 12 milyon keç li jêr jiyê 18 saliyê tên zewicandin û her yek ji pênc keçan "1/5"ê wan rastî destdirêjya seksî tên.

Li rojhilat û başûrê Afrîqa jî, nêzî 80% tûşbûyên vîrusa HIV keçên nû gihayî yên "sinêle"ne.

Divê Çi Biryarek Girêdayî Keçan Bê Wan Neyê Dan

Dirûşma Roja Cîhanî ya Keçan ya îsal 2020ê "Dengê min, Pêşeroja me ya Wekheviyê" ye. Ev daxwazname ya mendehoşiya ku rêz li mîratê keçan digire ye, di ajêndaya Pekînê da, ku hêjî ser negirtîye, û şarezahiya wan di warê astengiyên di rêka wan da, bi taybet astengiyên di rêka saxlemî, mafên wan yên zayndeyî û zarokbûnê da, û şiyanên wan yên bêdawî weke afrênera guherînê.

Şahîyên bîranîna vê rojê, Saziya WHO di navbeyna parêzvanên keç û rêberên asta jorîn de di derbarê keçan û mafên wan da, diyaloga bi rêya Internêtê ya di navbera genrasyonan da rêxist.

Berevankara keç Lubinda ji Zambiya bi hestên xwe sîber li bûyerê kir û got"Ger ku ji her zarokî re derfet hebe ku xwe îfade bike û li ser pirsgirêkên ku bandor li ser wan heye bipeyve, wê hingê em bikarin nûnertiya gelek dengan bikin."

"Di heman demê da, divê em baş xwe bi zanistê amade bikin, jiber ku bê zanist em nikarin beşdariyê di pergala navnetewî da bikin ". Lubinda dibêje.

Li dawiya daxuyaniya xwe WHO dibêje, rêxistina me baweriyek mukim bi karkirina li gel gencan heye jibo yeksaniyê li ser astê navxweyî, herêmî û cîhanî, dikare çareseriyên afrîner peyda bike bo pandemiya niha û astengiyên din çi niha yan jî pêşerojê bên bicî anîn.

XS
SM
MD
LG