Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje Erdeheja Dawî Felaketa Herî Giran ya Sedsala Dawî Ye


Şaxa Ewrupa ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser erdheja hefteya borî ya navend wê Tirkîyê bû got ku felaketa herî xirab ya xwezayî ya 100 salên dawî ye.

Bi erdheza hêza wê 7,8 bû û bi erdhejên din yên li pey wê, li Tirkîye û li Sûrîye ya cîrana wê, pirtir ji 35 hezar kesan canên xwe ji dest dane.

Rêvebirê WHO yê Ewrupa Hans Kluge dîyar kir ku ev felaket afata herî giran ya sedsalekê ye li herêmê.

Kluge dîyar kir ku tîmên nojdarî di dîroka 75 salî ya WHO de bi awayê herî Lezgîn xwe gêhandine Tirkîyê.

Wî da zanîn ku ji WHO heta niha 22 ekîbên saxlemîyê derbazî Tirkîyê bûne.

Kanalên medyaya Tirkîyê jî ser erdhejê bi sernavê felaketa sedsalê weşanê dikin.

XS
SM
MD
LG