Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Berevanî li WHO Dike û Biryara Washingtonê ya Vekişînê Rexne Dike


Hikûmeta Çînê îro Çarşemê berevanî li Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) kir û biryara Washingtonê ya vekişîna ji wê rêxistinê bi tundî rexne kir.

Berdevikê wezareta derve Zhao Lijian got ku biryara derketina ji WHO û şikandina soz û rêketinên xwe, mînekeke nû ya kiryarên yekalî yên Amerîka ye.

“WHO teka sazîya navnetewî ya pêbawer û profoesyonel ya saxlamî û ewlehîya civakî ya asta seranser cîhanê ye” Zhao di preskonferansa rojane de got.

Wî îdia kir ku derketina Washingtonê ji WHO hewilên navnetewî yên tekoşîna dijî pandemîya korona pûç dike û zararên mezin digehîne welatên xizan ku bi demûdestî heceyî alîkarîya navnetewî ne.

Medya Amerîkî do ragihandibû ku rêvebirîya Serok Donald Trump, Neteweyên Yekbûyî agahdar kiriye ku Amerîka di 6’ê Tîrmeha 2021’an de bi fermî ji WHO vedikişe.

Serok Trump di 14’ê Nîsanê de gotibû ku WHO di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye û sîyseteke nêzî Çînê dimeşîne û wî alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê sekinandibû.

Trump di 29’ê Gulanê de jî gotibû ku ew peywendîyên xwe yên bi WHO re diqedînin.

XS
SM
MD
LG