Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus jiber Nehêlana Seredana Pisporên Netewî Çînê Rexne Dike


Serokê WHO Ghebreyesus
Serokê WHO Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Sêşemê hikûmeta Çînê rexne kir ku neheşt tîma pisporan seredana wî welatî bike.

“Ez pir xeyalşikestî bûme ku Çînê heta niha destûr nedaye tîmeke pisporên neavnetewî ku jibo lêkolîna jêderên vîrusa korona seredana wî welatî bike.”

Ghebreyesus got ku ew bi karbidestên payebilind yên Çînê re di nav têkilîyê de ye û wî mîsyona WHO ji wan re careke din zelal kiriye.

Divê bû tîma navnetewî di 24 saetên dawîyê de biçûya bajarê Wuhan ya Çînê, ku vîrusa korona cara yekê li wî bajarî derketibû û îro Sêşemê dest bi xebata xwe bikira.

XS
SM
MD
LG