Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Bo Pêdivîyên Saxlemiyê Pireke Esmanî Ji Afganistanê Re Vedike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO)
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO)

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Duşemê dîyar kir ku balafirekê ku derman û pêdivîyên saxlemîyê yên WHO ya hilgirtîye, dadaye Afganistanê.

Ev ji dema ku Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xîstiye û vir ve, cara yekê ye ku WHO veguhestinên madên saxlemiyê dike.

Ahmed El Mendharî, rêvebirê herêmî yê WHO jibo rojhilatê Deryaya Sipî, di derbarê mijarê de daxuyaniyeke ragihand û got, "Piştî xebata bê rawestan ya çend rojan bo çareserîyekê, ez pir kêfxweş im ku bêjim me niha karîbûye embarên avahîyên saxlêmî yên li Afganistanê bi qismî jinûve tije bikin. Ez pir kêfxweş im ku dibêjim ku me nuha karîbû qismî stokên dezgehên tenduristiyê yên li Afganistanê jinûve bikin û her wiha me - bo niha – domandina xizmetên saxlemîyê yên bi piştgirîya WHO'yê, piştrast kiriye," Mendharî got.

WHO da zanîn ku 12.5 ton pêdivîyên saxlemîyê yên îro giheştine ji kelûpelên travmayê û ji yên saxlemîya lezgîn pêk tê.

WHO got ku ev pêdivîye, têra xizmetên bingehîn yên saxlemîya zêdetirî 200.000 mirovan bike û her wiha çêkirina 3.500 niştergeriyan peyda bike û 6.500 nexweşên trawmayê derman bike.

Her wiha di daxuyanîyê de hate ragihandin ku pêdivîyên saxlemîyê ewê li 40 avahîyên saxlemîyê yên li 29 eyaletên li seranserê Afganistanê werin belav kirin.

WHO roja Înîyê hişyarî dabû ku pêdiviyên bijîşkî dê li Afganistanê di nav çend rojan de xilas bibin.

Rexistina saxlemîyê ya NY dîyar kiribû ku gotibû ku ew hêvî dike ku ew hêvî dike ku wê demê de bi alîkarîya karbidestên Pakistanî, li bakurê bajarê Mezar-î-Şerîf, pireke esmanî ava bike.

Balafira ku ji alîyê hikûmeta Pakîstanê ve hatiye dayîn, ji Dubaiyê firîya ye balafirgeha Mezar-î-Şerîf.

Ew ji sê firînên pêşî ye ku bi Rêwîtîyên navneteweyî yên Pakistanê (PIA) re hatîye plan kirin bû ku kêmasîyên lezgîn yên derman û pêdivîyên bijîşkî li Afganistanê peyda bike.

XS
SM
MD
LG