Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêpirsîna Şanda WHO li Wuhan Bidawî Bû Lê Gotûbêjên Amerîka û Çînê Dê Dom Bikin


Peter Ben Embarek, berpirsê tîma WHO ya bo lêpirsîna ser koka vîrusa korona ya li Wuhan
Peter Ben Embarek, berpirsê tîma WHO ya bo lêpirsîna ser koka vîrusa korona ya li Wuhan

Çînê Çarşemê bang li Amerîka kir ku Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) vexwîne welatê xwe, da ku li ser koka COVID-19 li Amerîka jî lêkolîn bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê Wang Wenbin di civînek rojane de, ew banga ku di demên paşîn de gelek caran kirîye, dubare kir û got "Em hêvî dikin ku alîyê Amerîka jî, mîna Çînê, helwestek vekirî û eşkere nîşan bide, û bikaribe pisporên WHO vexwîne Amerîka, da ku bikaribin xebata lêkolîn û şopandina koka vîrusê ya li wir bikin."

Tîma WHO, xebata xwe ya li bajarê Çînê Wuhan roja Sêşemê xelas kir û di preskonferanseke de li Wuhan encamên pêşîn yên lêpirsînê dîyar kirin.

Pisporên WHO ragihandin ku li gor pêzanînên pêşîn yên lêkolînên wan vîrusa ku dibe sedema nexweşîya COVID-19 ji laboratuara li Wuhan derneketîye holê û wan şevşok weke çavkanîyek nehatîye piştrastkirin ya ku dibêjin bûye sedema belavbûna vîrusa korona.

Lê, Washington piştî daxuyanîya tîma WHO got ku ew dixwaze ser pêzanînên ku WHO li Wuhan bi kar anîye, lêkolînê bike.

Berdevka Qesira Sipî Jen Psaki roja Sêşemê ragihandbû ku rêvebirîya Biden ne di nava "plansazî û pêkanîna" lêpirsîna WHO de bû û dixwaze ku di derbarê encaman de nirxandineke serbixwe bike û herwiha ser pêzanînên bingehîn jî lêkolînê bike.

Hu Xijin, edîtorê Global Times, ku rojnameyeke ji hêla endamên Partîya Komunîst ya Çînê ve tê weşandin, li ser medya civakî daxuyanîya Washington rexne kir.

Xijin got ku Amerîka dixwaze pêzanînên WHO bi rengekî serbixwe lêkolîn bike. Ew WHO ye ku divê daneyên Amerîka lêkolîn bike û dibêje "Ma me hemûyan xelet bihîst, yan ev berdevka bi rastî ew qas bêşerm e? " Xijin got.

Peter Ben Embarek, berpirsê tîma WHO ku çar hefte li Çînê ma, ragihandina Washington şîrove kir.

Embarek destnîşan kir ku lêpirsînê wêneya pandemîyê bi rengekî berbiçav neguherandîye, her çende vîrus berî ku bigehîje Wuhan dikare sînoran derbaz bike jî.

Hevdem, wî got ku jibilî ihtîmala belavbûna ji laborekê, dibe ku xwarina cemidandî jî bûye sedema belavbûna vîrusa korona.

Ev ragihandina pispor Embarek dê piştgirîyê bide gotara Çînê ku jiber belavbûna vîrusê ya li hin herêman, paketkirina xwarinên derkirînê tawanbar dike.

Wezîrê derve yê Amerî yê berê Pompeo gotibû ku hejmarek girîng ya delîlan hene ku vîrusa korona ya nû ji laboreke Çînî derketîye.

Karbidestên Çînî di mehên dawî de destnîşan dikin ku vîrus dikare li gelek herêmên derveyî Çînê derketibûya.







XS
SM
MD
LG