Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Pêncşemê ragihand ku ji 24 dewletên Ewrupî pirtir ji 159,000 kes ji destpêka Adarê vir ve mirine ku piranîya wan girêdayî COVID-19 ne.
Karbidesta tengavî ya WHO Katie Smallwood di preskonferansekê de got ku giheştina asta herî bilind ya mirinan û asta herî bilind ya belavbûna COVID-19 di heman demê de pêk hatin.
Ew jî nîşan dide ku beşeke girîng ya wan mirinên li Ewrupayê jiber COVID-19 çêbûne,” Smallwood ji nûçegîhanan re got.