Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Divê Welatên G20 Vaksînên COVID-19 jibo Bernameya COVAX Peyda Bikin


Dîmeneke ji vaksîna AstraZeneca / Oxford di binê bernama COVAX li Etîyopya
Dîmeneke ji vaksîna AstraZeneca / Oxford di binê bernama COVAX li Etîyopya

Karbidestekî payebilind yê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Duşemê dîyar kir ku di derbarê bexşînên darayî û vaksînên COVID-19 yên bo bernameya navneteweyî ya COVAX, bi welatên G20'an re Çîn û Hindistan jî di nav de gotûbêj têne kirin.

COVAX bernameya navneteweyî ya WHO'yê ye û belavkirina adîl ya ya vaksînên COVID-19 dixebite û hevdem jibo welatên xizan vaksînên COVID-19 peyda dike.

Bruce Aylward, şêwirmendê payebilind yê berpirsê giştî yê WHO li ser xêbatên pêşxistina bernameya COVAX agahdarî da rojnamevanan.

Aylward ragihand ku WHO ji Amerîka, welatên endamên Yekîtiya Ewrupa (YE), Brîtanya, Kanada û Japonya jî daxwaz kiriye ku bo peydakirina pirtir dozên vaksînan bibin alîkar.

Hevdem, Aylward got ku YE ji Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî re ji Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO) re jibo berfirehkirina giheştina vaksînên COVID-19 pêşnîyareke kiriye.

Wî destnîşan kir ku li ser wê pêşnîyara YE, pir pêşketin pêk nehatiye û got ku rakirina mafên patentê yên vaksînan ewê bo alîkarîya pêyvajoya COVAX pir girîng be.




XS
SM
MD
LG