Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Kiryarên Dijî Guherîna Jingehê Dikare Bi Mîlyonan Jiyanan rizgar Bike.


Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî guherîna jingehê
Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî guherîna jingehê

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanîyê (WHO) roja Duşemê ragihand ku kiryarên erênî yên dijî guherîna jingehê dikare bi "mîlyonan" jiyanan rizgar bike.

Berîya Konferansa Jingehê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), yan COP26, ku di 31'ê Cotmehê de ewê pêk were, WHO ji hikûmetan daxwaz dike ku bo têkoşîna dijî guherîna jingehê , peymanên berbiçav îmza bikin.

"Heke ku welat dixwazin ji pandemîya COVID-19 rizgarbûna bi tendurîstî û kesk bidomînin, divê ew sozên xwe yên ser jingeha neteweyî dîyar bikin," WHO got.

Rexistinê destnîşan kir ku guhertinên avê û jingeh ewlehîya xwarinê tehdît dike û nexweşîyên wek malarya zêde dike, hevdem guherîna jingehê ser saxlemîya derûnî jî bandorek neyînî, dike.

Di civîna îsal ya NY de ya li Glasgow, Scotland de, beşdarvan wê bo du hefteyan ser tedbîrên ku hin kes wek"krîza ekolojîkî ya nehatiye dîtin" bi nav dikin, nîqaşan bimeşînin.

XS
SM
MD
LG