Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hermber Pêleke Nû ya Belavbûna Korona Hişyarî Dide


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser bidawîkirina sînordarkirinên derketina derve hişyarî da.

Dîrektorê Herêma Pasîfîk ya Rojava yê WHO Takesh Kasai da zanîn ku ger sînordakirina zû bi dawî bibin dibe ku pêleke nû ya belavbûna vîrusa korona çêbe.

‘’Heta perpûn yan dermankirineke rind tê dîtin, sînordarkirinên ser derketina derve divê bo me qonaxeke normal be’’ Kasai got.

Li Japonya û Singapor, ku tedbîrên ser derketina derve sist kiribûn, hejmara pêketîyên vîrusa korona di rojên dawî de bilind bûye û ew rewiş fikaran çêdike.

XS
SM
MD
LG