Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Pitik û Zarok jiber Serma li Kampeke Bakurê Rojhilata Sûrîyê Dimirin


Wêneyek ji kampa Al Hol (Arşîv)

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Pêncşemê ragihand ku di nav hêşt hefteyên borî de, herî kêm 29 pitik û zarok jiber serma û tunebûna xwarinê li bakurê rojhilata Sûrîyê jîyanên xwe hinda kirine.

“Rewşa kampa Al-Hol cîhê daxê ye. Zarok, dema malbatên wan hewil didin ku ji wê derê birevin, ji sermayê dimirin. Bi hezaran kes ku nû hatine kampê, hatin mecbur kirin ku di bin hewayê sar de, bê kon, batanî û sobe bijîn, nûnera WHO Elizabeth Hoff got.

Wê bal kişand ku astengîyên burokratîk û fikarên ewlehî dijwar dikin ku mirov xwe bigehîne kampê, loma wê bang li hemî alîyan kir ku rê li ber alîkarîya mirovahî ya bingehîn vekin.

Hoff da zanîn ku di nav rojên dawî de dora 23,000 kes ji Dêrezorê revîn û xwe gîhandin kampa al-Hol û rewşa xirabya kampê hîn çêtintir bûye.

Neteweyên Yekbûyî berî çend rojan ragihandibû ku 33,000 kes, ku piranîya wan jin û zarok in, di bin ceweke sar de, di rewşeke krîtîk de dijîn.

XS
SM
MD
LG