Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Ser Fermana Îsraîlê ya Valakirina Bakurê Gaza Hişyar Dike


Ser hişyarîya artêşa Îsraîlê, Filistînî ji malên xwe yên li bakurê Gaza direvin, 13 Cotmeh 2023
Ser hişyarîya artêşa Îsraîlê, Filistînî ji malên xwe yên li bakurê Gaza direvin, 13 Cotmeh 2023

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) îro Înê ser fermana Îsraîlê ya bo Filistinîyan ku divê bakurê Gaza di nava 24 seatan de vala bikin û derbazî bakurê Gaza bibin hişyarî da û fîkarên xwe dîyar kir.

Berdevikê WHO Tarik Jasarevi di civîneke NY de li Cenevrê ragihand ku derxistina bi zorê ya ji bakurê Gaza, bo mirovên bi nexweşîyên giran yan jî birîndarên ji nexweşxaneyên wê bibe wek karanîna "cezayê darvekirinê".

Jasarevic got ku hin nexweş - ku gelek ji wan zarok in – girêdayê alavên bijişkî yên jiyanê ne ku mîna hewalên wan yên mekanîkî in.

"Loma veguhestina wan kesan cezayê mirinê ye. Daxwaza vê yekê ji karmendên saxlemîyê ji hovîtiyê wêdetir e,” wî got.

Wî da zanîn ku du nexweşxaneyên mezin li bakurê Gazayê jixwe kanîna xwe ya bi 760 nivînan derbaz kirine û wî hişyarî da ser kêmbûna xwînê yên nexweşxaneyan li seranserî Gaza hişyarî da.

“Bi gelemperî holên nexweşxaneyan tijî ne, jiber ku êdî li morgan cîh nemaye, termên mirîyan têne kom kirin," Jasarevi got.

Jasarevic herwiha dîyar kir ku li Gaza kemasîya kelûpelên bijîşkî û dermanên jiyanî di astekî metirsîdar de ye,ku dermanên wek şekir, sergêj, astim û diyalîzê jî dav de.

Jêder:AP

XS
SM
MD
LG