Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Ji Her Sê Jinan Yek Tundîtûjîya Fîzîkî yan Seksî Dibîne


Dîmeneke ji kempenya jibo rawestandina tundîtûjîya dijî jinan (Arşîv)
Dîmeneke ji kempenya jibo rawestandina tundîtûjîya dijî jinan (Arşîv)

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê ragihand ku li cîhanê, ji her sê jinan yek jiyana xwe de rûbirûyê tundîtûjîya fîzîkî- laşî yan ya seksî tê.

WHO got ku tundîtûjîya dijî jinê di pêyvajoya pandemîya COVID-19 de, zêde bûye.

Rexistinê bang li hikûmetan kir da ku pêşî li tundîtûjîyê bigirin, xizmetên jibo qûrbanîyan baştir bikin û newekheviyên aborî hilînin, ku bi gelemperî dibin sedem ku jin û keç di nav têkiliyên wiha destdirêjkar de bêçaresêr bimînin.

Karbidestên WHO destnîşan kirin ku divê kur li dibistanan de ser pêwîstîya rêzgirtina hevpar ya di têkilîyan de û razîbûna hevpar ya têkilîyên seksî de werin perwerde kirin.

Berpirsê giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus jî rewş wiha nirxand:

"Tundîtûjîya hemberî jinan li her welat û çandê nexweşîyeke hovane ye, zararê dide bi mîlyonan jin û malbatên wan, û bi pandemîya COVID-19 zêdetir bûye."

WHO ragihand ku ev rapora wan ji pêzanînên neteweyî û anketên ji 2000'an heya 2018'an hatiye amade kirin û herwiha ev wekî lêkolîna herî mezin ya bi vî rengî ye.

Rapor nîşan dide ku ji % 31'ê jinên cîhanê yên 15-49 salî, yan jî 852 mîlyon jin, tundîtûjîya laşî yan seksî dîtine.

Rapor dide zanîn ku hevjînêke fermî yan hevjînêkî nêz, sûcdarê herî hevpar yê tawanên dijî jinê ye.

Hevdem, rapor balê dikşîne ku hejmarek bêpîvan ya qûrbanan li welatên herî xizan in.

Hejmarên rastîn jiber kêm ragîhandina tawanên sekî, îhtimale ku pirtir zêde ne.

Nivîskara raporê Claudia Garcia-Moreno ji Reutersê got ku li hin herêman, ji zêdetirî nîvê jinan di xalekî de rûbirûyê tundîyê dimînin û Okyanusya, Afrîkaya bin-Sahrayê û başûrê Asyayê wek mînak nîşan da.

"Ev hejmarana mirov gelek şok dikin û bi rastî bo hikûmetan banga hişyarbûnê ye da ku jibo pêşîgirtina li vê tundîyê gelek tiştan bikin," Garcia-Moreno got.

Pêzanînên WHO nîşan dide ku tundîtûjîya dijî jinan herî zêde li welatên Kiribati, Fîjî, Papua Gîneya Nû, Bangladeş, Komara Demokratîk a Kongo û li Afganistan pêk tê.

Rêjeyên herî kêm yên tundîtûjîya bo tevahîya jîyanê bi ji % 23 li Ewrupa ye.

WHO hişyar dike ku tundûtûjî di temenek ciwan ya ku dibe sedema fîkaran de, dest pê dike.

Garcia-Moreno ragihand ku ji her çar keçên ciwan yek yên 15-19 salî ku têkilîyek wan heye, yan rastî tundûtûjî laşî yan jî ya seksî tên.

"Ev di jîyanê de demek pir girîng û damezrîner e. Em dizanin ku bandorên vê tundûtûjiyê bi dirêjî mayînde dibin û dikarin saxlemîya laşî û derûnî bandor bikin û bibin sedema ducanîyên nexwestî û tevlîheviyên din, "wê got.



XS
SM
MD
LG