Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ji Twitterê dîyar kir ku ew ketiye karantînê.
Ghebreyesus da zanîn ku hatiye tespît kirin ku wî bi yekî bi vîrusa korona ketiye re danûstandin kiriye.
Wî da zanîn ku rewişa wî baş e û li ser wî ti nîşana vîrusa korona tune lê ewê li gor protokolên WHO di karantînê keve û ji malê bixebite.
Meha borî, Ghebreyesus di konferansekê de gotibû li ser wî hîpertansîyon heye û ew jî bo pêketîna vîrusa korona rîskeke mezin e.
Ew herî dawî roja Înê di preskonferansa li Cenevrê de axifîbû.