Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Divê Heta Serê Sala Nû Kes li Benda Perpûna Korona Nemîne


Mike Ryan

Serokê Rewşên Awarte yên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan dîyar kir heta serê sala nû dê derzîya vîrusa korona neyê lêxistin.

Mike Ryan ji rojnamevanan re da zanîn ku dibe ku bo karanîna perpûna vîrusa korona derengî çêbe, lê ew dixwazin ku perpûn ewle û bi bandor be.

‘’Berî em perpûna vîrusa korona li cîhanê bi giştî bikar bînin, divê em li xwe û komên xwe binêrin û bibêjin ku bo ew perpûn ewle û bi bandor be me hemî tedbîr sitandine.’’ Mike Ryan got.

Wî da zanîn ku li gor wan di serê sala nû de derzîyên vîrusa korona dê werin karanîn.

Berpirsê WHO dîyar kir ku hin perpûnên vîrusa korona derbazî testên qonaxa sêyan bûne û ew ewle û bi bandor in.

Wezîrê Saxlemî yê Amerîka Alex Azar gotibû ku wan bi Pfizerê re ser 100 mîlyon perpûna vîrusa korona peyman îmza kiriye.

Li gor peymanê, Prifezer dê di meha Berfanbarê de dest bi çêkirina wan perpûnan bike.

XS
SM
MD
LG