Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Ser Cureya Nû ya Vîrusa Korona Bang li Welatên Ewrupî Dike ku Tedbîran Berfireh Bikin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser cureya nû ya vîrusa korona hişyarî kir.

Cureya nû ya vîrusa korona berê li Brîtanya hatibû dîtin û hin pisporan dîyar kiribû ku ew li gor vîrusa berê zûtir belav dibe.

WHO bang li welatên Ewrupî kir ku bo rê li ber belavbûna cureya nû ya vîrusa korona bigirin, tedbîrên xwe berfireh bikin.

Ofîsa Herêma Ewrupa ya WHO ragihand ku cureya nû ya vîrusa korona ji bilî Brîtanya heta niha li Danîmarka, Holanda û Awistralya hatiye dîtin.

Li gor daxuyanîya wê ofîsê, li Danîmarka 9, li Holanda 1 û li Awistralya 1 cûreya nû ya vîrusa korona hatiye tomar kirin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li bajarê Kent ya li başûrê Brîtanya hatibû dîtin.

Li ser cureya nû ya vîrusa korona welatên wek Holanda, Îtalya, Belçîka, Îsraîl û Îranê firînên ji Brîtanya ber bi wan ve tên qedexe kirine.

XS
SM
MD
LG