Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Rewşa COVID – 19 li Cîhanê jiber Cûreyên Nû yên Vîrusê Tevlîhev e


Mike Ryan pisporê rewşa awarte ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê
Mike Ryan pisporê rewşa awarte ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê

Mike Ryan pisporê rewşa awarte ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Duşemê dîyar kir ku tê pêşbînî kirin ku hejmara kuştinên gerdûnî yên jiber pandemî ya COVID-19 di demeke pir nêz de bo serê hefteyeke, bîgeheje 100.000 kesan.

Ev, ji hejmara kuştinên hefteya borî ku wek 93.000 hatibû ragihandin, zêde ye.

Ryan di civîna revebirîya WHO ya ku îro dest pê kir de di derbarê pêyvajoya pandemîya vîrusa korona de pêzanînên û agahdarîyên herî nû û dawî pêşkeş kir.

Ryan ragihand ku ji % 47 rêjeya kuştinên COVID-19 yên an niha, li welatên Amerîkayan di qewimin.

Hevdem, wî destnîşan kir ku li Ewrupa, rewş û kuştin têne aramkirin, lê dîsa jî niha hejmara kuştinan di asteke bilind de ye.

"Niha rewşa me ya pandemîya jiber vîrusa korona çalak û newekhev e, rewş bi sedema cûreyên nû yên vîrusê pirtir tevlîhev e," wî got.





XS
SM
MD
LG