Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Kêmbûna Rêjeya Vaksînkirinê li Rojhilata Navîn Pêketin û Mirinên COVID-19 Zêde Dike


Logoya Rexistina Saxlemîya Cîhanê (WHO)

Karbidestên Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn ya Rexistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Çarşemê ser zêdebûna pêketinên nexweşîya COVID-19 ya jiber rêjeyên kêm yên vaksînlêdanê, hişyarî da.

Berpirsê herêmî yê WHO'yê Ehmed el-Mendharî ragihand ku di şeş hefteyên borî de bûyerên vîrusa korona bi navînî rojane 110.000 zêde bûne.

Ehmed el-Mendharî da zanîn ku di sê hefteyên dawî de mirinên rojane ya navînî yên jiber vîrusê jî gehîştiye 345 kesan.
Rana Hecî, berpirsa rêvebirîya bernameya vaksînlêdanê ya WHO'yê radihand ku zêdetirî ji sedî 35 ya şênîya herêmê bi temamî vaksîn kiriye.

Lê, wê got ku çaryeka welatên rojhilata navîn hîn jî negehiştine ji sedî 10 vaksînkirina welatîyên xwe.

Herêma Rojhilata Navîn ya WHO'yê ji Rojhilata Navîn, Misir, Somalî, Sûdan, Cîbûtî û Afganistan û ji welatên din pêk tê.

XS
SM
MD
LG