Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) roja Çarşemê dîyar kir ku vaksîna tekane ya dijî nexweşîya malarya divê jibo zarokên Afrîkî were karanîn.
WHO jibo nexweşîya malarya vaksîna Mosquirix yan RTS,S ; ya ji hêla derman çekerê GlaxoSmithKline (GSK.L) ya Brîtanî, peşnîyar dike.
Berpirsê Giştî yê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku "Ev vaksîna li Afrîkayê ji hêla zanyarên Afrîkî ve hatî pêşve xistin û em pir serbilind in."
Bandora vaksînê di pêşîgirtina bûyerên giran yên malaria di zarokan de tenê ji % 30 e, lê tekanê vaksîna pejirandî ye.
Ajansa Dermanên Ewrupî (EMA) vaksîna malarya di 2015'an de pejirandibû û ew dibêje ku feydeyên wê ji xeterîyan zêdetir e.
WHO ji 2019'an vir ve , 2.3 mîlyon dozên vaksîna Mosquirix jibo pitikên li Gana, Kenya û Malawi belav kiriye.
Piranîya kesên ku nexweşîya malarya wan dikuje di bin temenê pênc salan de ne.
Malarya li Afrîkayê ji COVID-19'an pir kujer e. WHO pêşbînê dike 386 hezar kes jiber malarya jiyanên xwe winda kirine ku di 18 mehên borî de bi sedema COVID -19 212 hezar kes mirine.
WHO dibêje ku ji sedî 94 bûyer û mirinên malaryayê li Afrîkayê pêk tê, ku parzemîna 1.3 mîlyar mirov lê dijî.
Nexweşî ji parazîtên ku kermêş mirovan gez dikin, tê wergirtin.Nîşanên sereke yên nexweşîyê wek ta, verşandin û bêtet tê nirxandin.
Kompanîya Demanan GlaxoSmithKline pêşwazîya WHO' yê ya pêşnîyara karanîna vaksîna Mosquirix, kir.
Berpirsê Kompanîyê Thomas Breuer, got ku, "Ev biryara girîng ya ku dihat çaverê kirin dikare şerê li dijî malarya ya li herêmê zindî bike, di demekê de ku pêşketina di kontrolkirina malarya rawestî ye."