Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus: Tunebûna Pêşengîya Cîhanî Kêşeya Herî Mezin ya Şerê Dijî Korona Ye


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê got ku di şerê dijî vîrusa koronayê de, tunebûna pêşengîya cîhanî û têkoşîna hevbeş, kêşeyeke ji koronayê mezintir e.

Ghebreyesus dîyar kir ku sîyaskirina pendemîya korona ew vîrus hîn xirabtir kir, lê wî zelal nekir ku mebesta wî çi ye.

“Sîyasîkirina vê pandemîyê pirsgirêk hîn xirabtir kir. Kêşeya herî mezin ne vîrus bixwe ye, lê tunebûna hevgirtin û pêşengîya cîhanî ye.”

Di heftyeyên borî de çend dewletên endam, taybetî jî Amerîka rexne li WHO kiribû ku ew di şerê dijî koronayê de pir hêdî û lawaz e û gelek nêzî nêrînên Çînê ye.

Ghebreyesus pêşnîyar kir ku dewletên cîhanê xîzmetên saxlemîyê dewlemendtir bikin û bê dirav raberî hemwelatîyên xwe bikin.

Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî, ku amûrên vîrusa korona yên seranser cîhanê dişopîne û tomar dike, ragihandibû ku pirtir ji 7 mîlyon kes bi korona ketine û ji 400,000 kes jî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG