Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Bo Amadebûna Pandemîyên Siberojê Banga Peymana Navneteweyî Dike


Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus
Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê bi armanca xurtkirina amadebûna pandemîyê jibo avakirina peymanek navneteweyî, banga destpêkirina danûstandinan kir.

Ev banga Ghebreyesus wek beşek ji reformên berfireh yên ku ji hêla welatên endam ve hatine nîqaş kirin, tê nirxandin,

Ghebreyesus ji civata wezîran ya salane re ragihand ku sazîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo bersîvdayîna COVID-19 ya ku asta heyî de bidomîne rûbirûyê '"dijwarîyekî cidî" ye û bûdceyekî domdar û guherbar pêwîst dike.

Wezîrên ji 194 welatên endamên WHO’yê ne, dê di 29'ê Mijdara 2021'an de bicivin da ku biryarê bidin ka danûstandinên bo peymana pandemîyê bidin destpê kirin yan jî na.

"Pêşnîyara ye ku ez bawer dikim ewê herî zêde hem WHO hem jî ewlehîya saxlemîya cîhanî xurt bike tenê ev e; peymaneke ser amadebûn û bersîvdayîna pandemîyê ye, " Tedros got.

Tedros destnîşan kir ku ev ramanek e ku dema wê hatiye.

Serê vê sibehê - civata dawî ya bi dirêjîya hêfteyê de - wezîrên saxlemîyê lihev kirin ku li ser pêşnîyarên ku ji hêla pisporên serbixwe ve hatine kirin, bixebitin, yên

Pisporên serbixwe jibo ji bo xurtkirina kanîna hem WHO û hem jî welatên ku jiber vîrusên nû bandor dibin, hin pêşniyar amade kirine.

WHO, ku di nava bersîva ne xurt ya cîhanê ya dijî pandemîya COVID-19 de cîh digire, di warê pêşîgirtina li bûyerên pêşerojê de, rûbirûyê pirsgirêkên girîng e.

Li gor biryara ku ji hêla Yekîtîya Ewrupa (YE) ve hat pêşkeş kirin û bi lihevkirina gelemperî hate pejirandin, divê welatên endam bi nava salekê de reforman bikin.

Berpirsê rewşên awarte yên WHO, Mike Ryan, pêşwazîya biryaran kir.

"An niha vîrus di rewşeke xurttir dene, ew di cîhanekî bê hevsengîyê de pirtir û bi gelemperî bêdeng derdikevin holê, " Ryan got.

Pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkins nîşan dide ku, ji destpêka pandemî ya vîrusa korona ya di 2019'an vir ve, li seren serê cîhanê 170 mîlyon kes bi nexweşîya COVID-19 ketine û bêtirî 3.5 mîlyon kes jî bi sedema heman vîrusê jiyanên xwe winda kirine.



XS
SM
MD
LG