Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Di Pandemîyê de Herî Kêm 115 Hezar Xebatkarên Saxlemîyê Canên Xwe ji Dest Dane


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di pandemîya vîrusa korona de bi kêmî ve 115,000 xebatkarên saxlemîyê canên xwe ji dest dane.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku karmendên saxlemîyê ew 18 meh in di navbera mirin û jîyanê de diçin û tên.

Tedros dîyar kir ku ew dizanin ku karmendên saxlemîyê bo nexweşên vîrusa korona bedelên mezin didin.

Wî got ku jimareke karmendên saxlemîyê ji destpêka pandemîyê pê ve nikarin kelûpelên berevanîyê bi dest xin û vaksîn jî negihiştine wan.

Berpirsa WHO got ku pirtir ji 75 ji sedê vaksînên vîrusa korona bi tenê yên 10 dewletan e û dîyar kir ku ger ew bi rêkûpêkî bihatana belavkirin dê têrî hemî karmendên saxlemîyê û kesên temenmezin bikirana.

Tedros dîyar kir ku nebûna vaksînan bi awayekî wekhev nebûna vaksînan e û da zanîn ku ew rewiş vîrusê mayînde dike.

XS
SM
MD
LG